Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik armanca beşdarbûna resepsiyona li Koçika Çankayayê aşkere kir û diyar kir ku ew ji bo greva birçîbûnê beşdarî vê resespiyonê bûne. Sakik ji bo axaftinên Erdogan ên ku di resepsiyonê de kir got; “Şerm û derew e.”
Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik diyar kir ku ew di çarçoveya biryara partiya xwe de beşdarî resepsiyona li Koçika Çankayayê (Koçika serokkomariya Tirk) bûne û da zanîn ku wana bi rayedarên hukûmetê û rêveberên çapemeniyê re hevdîtin pêk anîne. Sakik ev agahî da: “Em bi biryara partiyê beşdar bûn. Sedema beşdarbûna me ew bû ku em der barê grevê de biaxivin. Me bi rayedarên hukûmetê, bi serokkomar û patronên çapemeniyê re hevdîtin pêk anî. Em ji wan xwest ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî greva birçîbûnê pêk bînin. Em ji qunciknivîsan jî xwest ku bi berpirsyarî tevgierin. Me bi taybet bi patronên çapemeniyê re bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û me bi bîr xist ku grev gihiştiye roja 50’emîn. Em ji wan re got 'êdî dawî li vê bêberpirsyartî û xemsariyê bînin'.”
'ME JI GUL XWEST KU BIKEVE DEWRÊ'
Sakik der barê hevdîtina wan a bi Serokkomarê Tirk Abdullah Gul rejî got: "Me bang li Abdullah Beg kir ku mudaxilê greva birçîbûnê bibe. Me ji wan re got ku greva birçîbûnê gihiştiye asteke krîtîk û me jê xwest ku divê ew bikeve dewrê. Piştre, piştî hevdîtina me daxuyanî çapemeniyê, lê tiştên ku got têrê nakin. Me ji Birêz Gul re got 'Berpirsyartî dikeve serê milê we, em bê qeza û bela vê pirsgirêkê çareser bikin'. Me jî got ku ger bersivê bidin daxwazan dê pirsgirêk çareser bibe. ''
'DAXUYANIYÊN ERDOGAN ŞERM Û DEREW IN!'
Parlementerê BDP’ê Sakik Sakik da zanîn ku piştî ew agahiyên êrîşên polîs û nijadperestan ên li hemberî Kurdan li Bûrsayê pêk hatin bihîstin, ji resepsiyonê veqetiyan û diyar kir ku ji ber vê sedemê wan hevdîtin bi Erdogan re pêk neanîne û got: ''Lê li gorî me bihîst, Serokwezîr Erdogan daxuyaniyek der barê mijarê de daye. Bi rastî jî daxuyaniyên Erdogan sînorên wijdanê derbas dikin. Gotiye 'Tu kesek birçî nîn e, xwarin dixwin'. Bi rastî jî gelek eyib kiriye. Me bi Serokwezîr re hevdîtin pêk neanî, lê ez bi vê wesîleyê dibêjim: Tu kevneşopiya me baş dizanî. Tu baş dizanî ku em li ber mirinê jî stûyê xwe xwar nakin û tenezulê nakin.''
'ERDOGAN RÊ LI BER MIRINAN VEDIKE'
Sakik êrîşên li dijî Erdogan berdewam kir û got: ''Tiştên ku gotine êdî sînorên însafê jî derbas dike. Tu dibêjî qey girtî bi dizîka xwarinê dixwin. Ev gotin pir şerm in û derew in. Em van daxuyaniyan weke daxuyaniyê rê li ber mirinê vedikin, dinirxînin. Em hêvî dikin ku mirin çênebin. Lê ger mirin çêbibin, dê Erdogan çawa vebigire û bikare gotinek bike. Dê ji Kurdan û civakê re çi bêje? ''
Sirri Sakik destnîşan kir ku hukûmeta AKP’ê huqûqa xwe bin pê dike û hevdîtinên li Îmraliyê asteng dike û wiha axivî: ''Bi tecrîda li Îmraliyê yasayên xwe tune dihesibîne. Li gorî yasan parêzer û malbat dikarin 15 roj carekê hevdîtinê pêk bînin. Astengiya li pêşiya perwerdeya parastina zimanê zikmakî jî dikarin bi guhertineke yasayî di rojekê de di parlementoyê de çareser bikin. Ger çareseriyê dixwazin û jidil bin, bila guhertina yasayî pêk bînin. ''
Parlementerê BDP’ê Sakik da zanîn ku piştî ku ji resepsiyonê veqetiyan, li Erdogan geriyane û got: ''Em lê geriyan û me ji wî re got 'li Bûrsayê faşîst û polîsan malên Kurda dorpêç kirine. ''