Sibe li Herêma Serhedê jiyan diraweste

Sibe li Herêma Serhedê jiyan diraweste

Çalakiya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku 12'ê Îlonê ji bo bicih anîna mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên gelê Kurd ên demokratîk destpê kiriye, di roja 48'an de berdewam dike. Ji bo sibe çalakiyên girseyî bên kirin û welatî jiyanê rawestînin, li Wan, Mûş, Bêdlîs, Agirî, Qers, Erdexan, Erzirom, Îdirê û navçeyên wan daxuyanî hatin dayîn û di daxuyanan de banga sibê jiyanê rawestinin hate kirin.

WAN

Li Wanê ji bo tevlîbûna meşa sibê ya piştgiriya girtiyên ketine greva birçîbûnê ku 48 rojin berdewam dike, banga tevlîbûnê hate kirin. Di pêşengiya TUYAD-DER'ê de di demjimêr 10.00’an girse dê liber avahiya BDP'e kom bibe û di kolana Komarê û Taxa Akkopru re heta girtîgeha Tîpa F ya Wanê ku 20 kîlometre dûre meşekê pêk bînin. Di meşê de dê endam û rêveberên BDP'ê û saziyên sivîl ên civakî yên Erdîş, Çardêran, Bêygirî, Saray, Elbak, Payizava Şax û Miks, Westan Qelqelî jî dê amade bibin.

Beriya meşê li bajar û navçeyan 40 hezar belavok hatin belavkirin û ji esnafan re banga derabeyên xwe venekirin û ji gel re jî zarokên xwe neşînin dibistana û tevlî mitînga sibê bibin hate kirin.

MÛŞ

Li Mûşê jî dê sibê li ber avahiya BDP'ê girse kom bibe û heta avahiya şaredariyê ya Mûşê dê meşê pêk bîne. Girse dê piştî meşê daxuyaniyê bide û çalakiya rûniştinê pêk bîne. Meş û çalakiya rûniştinê dê sibê di demjimêr 12.00’an de pêk bê. Di belavokê de banga sibê neçin ser kar û derkevin kolanan jiyanê rawestînin hate kirin.

GIMGIM

Li navçeya Gimgimê ya Mûşe jî greva birçîbûnê ku ji bo piştgiriyê bidin girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê bi koma 10 kesên nû berdewam kir. Koma ku ji 10 kesan pêk tê çalakî dewir girt û daxuyanî da. Serokê BDP'a Gimgimê Giyasettin Altun daxuyanî da û xwest sibê her kes derkeve kolanan û beşdarî çalakiyê bibin. Altun xwest sibê her kes di demjimêr 10.00’an de tevlî daxuyanî û meşê bibe.

MELEZGÎRT

Rêxistina BDP'ê ya Melezgîrtê jî ji bo piştgiriyê bide çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, dê sibê meşek girseyî pêk bînin. Rêveberên BDP'ê ji bo meşa sibê li navçeyê belavok belav kirin û banga tevlêbunê kirin. Serokê Rêxistina BDP'a Melezgîrtê Nihat Kalin, xwest her kes sibê di demjimêr 10.00’an de tev li meşa wan bibe û dakevin kolanan.

KOP

Rêxistina BDP'êya Kopê jî bi heman armancê dê sibê ji ber avahiya BDP'ê heta Mizgefta 7. Yilê meşekê pêk bîne. Rêveberên BDP'ê banga tevlîbûna meşê kirin.

ERZÝROM

Rêxistina BDP'ê ya Qereyazî ya Erziromê jî bi heman armancê daxuyanî da û banga meşa sibê ku li ber avahiya BDP'ê di demjimêr 10.00’an de bê kirin kir. Sibê dê li avahiya BDP'ê ya Qereyaziyê ji bo piştgiriyê greva birçîbûnê bê destpêkirin.

AGIRÎ

Sibê di demjimêr 12.00’an de girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Agiriyê kom bibe bi heman armancê dê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê dê heta avahiya AKP'ê ya Agiriyê meşek bi girseyî pêk bîne. Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy jî dê tevlî meşê bibe. Di daxuyaniyê de banga tevlîbûnê û rawestandina jiyanê hate kirin. Dê sibê saet di 10.00'an de li navçeyên Avkevir, Giyadîn, Bazîd, Patnos û navçeyên di jî di pêşengiya BDP'ê de meş bên lidarxistin.

QERS

Li Qersê jî bi heman armancê dê sibê di demjimêr 11.00’a de girse li ber avahiya BDP'ê kom bibe û heta avahiya AKP'ê meşê pêk bîne. Parlementera BDP'ê ya Qersê jî Mulkiye Birtane û şaredar jî dê tevlî meşê bibin. Li navçeyên Dîgor û Pazarcikê û Kaxizmanê jî di demjimêr 10.00'an de meş bên lidarxistin.

ÎDIR

Li Îdirê jî bi heman armancê dê di demjimêr 12.00’a de girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bibe heta avahiya AKP'ê meşê pêk bîne. Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervin Buldan, û şaredarên Halfeliyê û Tuzlucayê jî tev li meşê bibin.

ERDEXAN

Li Erdexanê jî bi heman armancê girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bibe dê di demjimêr 10.00’an de daxuyaniyê bide û dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.

BEDLÎS

Rêxistina BDP'ê ya Bedlîsê jî dê sibê di demjimêr 11.00’an de bi tevlêbûna rêxistinên BDP'ê yên Tetwan, Norşîn, Hîzan, Xelat û Elcewazê meşek girseyî pêk bîne û heta AKP'e bimeşin.