Serokwezîrê Iraqê serdana Hewlêrê kir

Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî serdana Herêma Kurdistana Federal kir û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re rûnişt.

Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî serdana Hewlêrê kir. Kazimî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê jia liyê Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Piştre jî Kazimî û Barzanî li hev rûniştin. Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, li gel operasyonên dijî DAÎŞ'ê ku îro dest pê kirin, pêvajoya piştî hilbijartinê hate nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, li gel vê yekê pirsgirêkên aboriyê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin, her wiha girîngiya xurtkirina hevkariya navbera pêşmerge û artêşa Iraqê ya di operasyonên dijî DAÎŞ'ê de hate destnîşankirin.

Operasyona hevpar a artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge ya li dijî DAÎŞ'ê îro li Qeretepeyê dest pê kir.

Hevdîtina Kazimî û Barzanî di demekê de pêk hat ku çeteyên DAÎŞ'ê rojên dawî bi taybetî êrişên li dijî pêşmergeyan zêde kirin.

Ev êriş her wiha di demekê de hate kirin ku 7'ê Kanûnê li Şengalê dewleta Tirk bi balafirên şer êriş kir û hîn jî êrişên dagirkeriyê dewam dike.