Serokkomarê Iraqê destwerdana hewayî ya lezgîn xwest
Serokkomarê Iraqê destwerdana hewayî ya lezgîn xwest
Serokkomarê Iraqê destwerdana hewayî ya lezgîn xwest
Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm, li dijî rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ a ku xwe weke Dewleta Îslamê (DÎ) îlan kiriye xwest, tavilê destwerdaneke hewayî bê kirin.
Beriya konferansa navneteweyî ya bi mijara Iraqê li Parîsê ji aliyê Fransayê ve bê lidarxistin, Serokkomarê Iraqê yê Kurd Fûad Masûm ji radyoya Europe 1 re axivî û got, "Pêwîstiya me bi destwerdaneke hewayî heye."
Masûm got, "Divê bi lezgînî destwerdanê bikin. Ji ber ku erge dereng bikevin, eger ev destwerdan û desteka ji bo Iraqê dereng bimîne, dibe ku DAIŞ hin cihên din dagir bike."
Nûnerên nêzî 20 welatan, wê îro ji bo konferansa navneteweyî ya bi organîzeya Fransayê, li Parîsê bicivin.