Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen diyar kir ku tevî kedkaran hemû aliyên muxalîf piştgiriyê bidin "30’ê Cotmehê Roja Berxwedana Topyekun” a ku ji aliyê BDP’ê ve hate ragihandin û tevlî çalakiyan bibin. Ozgen diyar kir ku wana ji bo biryara “neçûyina kar” di navenda xwe de nedaye û got; “Lê hesasiyeta greva birçîbûnê li herêmê pir bilind bûye. Şaxên me yên li herêmê dê bi xweseriya xwe beşdar bibin.”
BDP’ê, bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku di girtîgehên Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê de hatine destpêkirin weke “Roja Berxwedanê” bi nav kir û banga weke çalakiyên greva birçîbûnê, çalakiyê rûniştinê, girtina derabeyan, zarokan neşînin dibistanan, karker û xebatkar bila neçin kar” dike.
Serokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) Lamî Ozgen diyar kir ku ew girîngî didin çalakiyên ji bo çareseriyê û banga tevlîbûna çalakiyên BDP’ê yên ku dê sibê li seranserê Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên lidarxistin kir.