Serokê Giştî yê DÎSK’ê: Hêviya ji bo 18 karkeran nema
Serokê Giştî yê DÎSK’ê: Hêviya ji bo 18 karkeran nema
Serokê Giştî yê DÎSK’ê: Hêviya ji bo 18 karkeran nema
Serokê giştî yê DÎSK’ê Beko diyar kir ku qezaya madenê ya li Ermenekê pêk hatiye ji ber bê tedbîriyê pêk hatiye û wih agot: “Hêviya me ya ji bo 18 hevalên me nemaye.
Li navçeya Ermenek a Karamanê di kana madenê ya aydê Şîrkeya Madenê ya Has Şekeran de ji ber serdegirtina avê 18 karkerên asê mabûn nehatin rizgarkirin.
Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kanî Beko li cihê bûyerê lêkolîn kirin.
Beko agahî da ANF’ê û got: “Niha em li madena ne. Hêviya me ya der barê 18 hevalên me de nameye.”
Beko diyar kir ku der barê ewlehiya karkeran de tu tedbîr nehatine girtin û got pêkneanîna nirxandina rîskê karaseteke mezine û wih agot: “Pêkanîna kardayîna binî û taşeronî mixabin li vir ne derbasdare.
Beko rexne kir û wih agot: “Karkeran xwarina xwe li derve xwarine. Piştî qanûn dawî bi hinceta ku maliyeta xwarinê zêde ye gotine serwîsên xwe hu bixwe bibin. Tedbîrên li pêş rîska Grîzu kêm mane û sontaj baş nehatine çêkirin. Her wiha maskeya karbonê jî gelek girînge. Her wih adîsa pergalên hişyariyê tune. Hewadna kême. Pisgirêka amûrên elektîrîk û ekîpmanan heye. Divê dawî li vê mêtîngerî û mirinê bê dayîn.
Beko di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di madenan de rêxistina sendîkal tune û diyar kir ku ger ku rêxistibûnek hebûya dê ev rîsk bikirana rapor û pêşkêşî rayedara bikirana.