Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’: Berxwedan didome
Li Îran û Rojhilatê Kurdistsanê serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ di roja 53’emîn de didome. Roja Yekşemê jî li gelek bajaran di navber çalakvan û hêzên dewletê de şer çêbû.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistsanê serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ di roja 53’emîn de didome. Roja Yekşemê jî li gelek bajaran di navber çalakvan û hêzên dewletê de şer çêbû.
Ji 16’ê Îlonê ve ku jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên Exlaqê ve li Tehranê hate qetilkirin, tevgerek gel ya bêhempa dest pê kiriye.
Ji sala 1979`an ve ku şoreşa îslamî ya Îranê pêk hat, ji aliyê mezinahî û geşbûna xwe, ev wekî çalakiyên herî girîng tên dîtin.
Li gel zextên giran jî xwepêşandan bê navber didomin. Roja Yekşemê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi taybet li zanîngehan çalakiyên protestoyî yên tund hatin lidarxistin.
LI MERÎWANÊ 35 KES BIRÎNDAR BÛN
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên dewletê gule li gel reşandin. Li gorî çavkaniyên herêmî herî kêm 35 kes birîndar bûne. Piştî ku xwendekarekî ji Merîwanê roja Şemiyê li Tehranê bi guleya polîsan hat kuştin, xwepêşandana li vî bajarî tundtir bûn. Di vîdyoyan de yên ku li ser medyaya dîjital hatin belavkirin, tê dîtin ku xelkê Merîwanê bi keviran li avahiyên fermî didin, rêyan digirin û sloganên li dijî rejîmê berz dikin. Bi şev rejîmê hêzeke din şand bajêr.
Li bajarên Sine, Seqiz û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin, li Bokanê jî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" meşek hat lidarxistin.
Li Sine ciwanan bi şev agir pêxistin û rê li trafîkê girtin.
LI BELÛCISTANÊ QETLÎAMEKE NÛ
Li bajarê Zahîdanê yê parêzgeha Sîstan-Belûçistanê komek xwendekarên jin bi dirûşma “Bimire dîktator” meşiyan.
Li bajarê Haş ê girêdayî Zahîdanê piştî nimêja înê bi hêzên dewletê re pevçûnên dijwar çêbû. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) 16 kes hatine qetilkirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand, hêzên rejîmê li ser xaniyan gule li gel reşandiye û herî kêm 10 kes hatine qetilkirin. Li gorî ÎHR'ê ji 30'ê Îlonê û vir ve herî kêm 118 kes li Zahîdanê hatine qetilkirin.
Li zanîngehên Tehran, Buşehr û Babolê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwendekarên Zanîngeha Babolê bariyerên di navbera xwendekarên jin û mêr ên li kafeteryayê de rakirin.
BI SEDAN MIROV HATIN QETILKIRIN
Li gorî rapora IHR'ê, ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 304 kes ku 41 ji wan zarok in, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.
Koma Mucahîdên Gel ên ku li Îranê hêzeke mûxalif in diyar kir xwepêşandan li 216 bajaran belav bûne û derdora 530 kes hatine qetilkirin. Vê komê lîsteya navê 358 kesên hatine qetilkirin, weşand.
CEZAYÊN DARVEKIRINÊ
Rejîma Îranê jî bi deh hezaran kes destgîr kir, bi hezaran kes jî girt. Di nav wan de rojnamevan, parêzer, çalakvan, kesên navdar û parêzvanên mafên mirovan hene.
Agahî tên ku bi dehan çalakvan jî di rûniştinên çend deqîqeyan de cezayê darvekirinê li wan tê birîn.