Serokatiya Serfermandariya artêşa Tirk di derbarê helîkoptera li Sêrtê ketî û 17 leşker têde mirîn da diyarkirin ku, têkildarî ketina helîkopterê lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin û sedemê ketinê jî piştî lêpirsînê dê aşkera bikin.
Di malpera înternetê ya Serfermandariya artêşê de ev tişt hatin gotin:
“Helîkopterekî me ya S-70 Skorsky ya aydê Fermandariya Hêzên Bejahî ku di çarçoveya operasyonekî plankirî de di roja Şemiyê 10’ê Mijdara 2012’an de ji Sêrtê rabû, li derdora demjimêr 07.45’an li devera Girê Hesen yê Bajarokê Doganca yê ser bi navçeya Berwariyê ketiye. Di vê ketinê de 17 personelên me şehîd ketine. Têkildarî qezayê lêpirsîna îdarî û edlî hatiye destpêkirin. Sedemê ketina helîkopterê jî dê piştî lêpirsînê were aşkera kirin.”
Beriya daxuyaniya Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk, Walî Ahmet Aydin jî îdîa kiribû ku, ji ber sedema şertên hewayê û mijê helîkopter raste rast li tehtekê ketiye. Walî da diyarkirin ku, di helîkopterê de 3 sûbay, 4 astsûbay, 9 çawişên pispor hene.
Daxuyaniya Serokkomarê Tirk Abdullah Gul jî şikên ku helîkopter hatiye xistin bihêz kir. Gul got, “Yên bi çekê tên beramberî me em dê heya dawî li hemberî wan tekoşînê bikin.” Gul derbarê ketina helîkopterê de jî wiha got: “Li Tiriyeya ku her tişt dikare bê axaftin, bê nîqaşkirin, serî li çekan dayîn bi awayek xweş nayê pêşwazî kirin. Di demjimêrên serê sibehê de helîkoptera leşkerên me ku di şertên xirab yên hewayê de ji bo alîkariyê bidin hevalên xwe rabû ketiye.”