'Serdema Torosên Spî bi SÎHA'yan didome'

Parêzer Eren Keskîn got, SÎHA amûrên nû yên kuştinên kujer nediyar in û got dewleta ku bi hişmendiya Îttîhadiyan hatî avakirin ji 1915’an ve heman polîtîkayan didomîne.

Parêzer Eren Keskîn li ser kuştina gundiyekî û birîndarbûna 3 gundiyên ji Talê yê Colêmergê yê ji hêla SÎHA’yan ve (Amûrên Hewayî yê Bê Mirov ên Biçek) got, îro  şûna ‘Torosên Spî’ yên salê 90’î SÎHA’yan girtine. Keskîn got li dijî Sezgîn Tanrîkûlû ku mijar aniye rojevê kampanyaya lîncê dest pê kiriye û ev rewşeke tirsnak e.

'JI 1915’AN VE HEMAN POLÎTÎKA DIDOMIN'

Keskîn diyar kir, ku kuştinên kujer nediyar ji qirkirina 1915'an ve sûcên ku Tirkiye dike vedişêrin û got, hovîtiya li Seyîd Riza û Şêx Seîde hatî kirin ji kuştinên kujer nediyar ên niha ti cudabûna xwe nîn in. Keskîn gotina Erdogan a li ser dema 90’î bi bîr xist ku gotibû serdema Torosên Spî qediyaye û got îro kuştinê kiryar nediyar ên mestir çêdibin. Keskîn got SÎHA bûye çekeke ku di kuştinên kiryar nediyar de tê bikaranîn û got: "Ne pêkan e ku mirov SÎHA’yan bê mirov qebûl bike. Ji ber ku ji hêla mirovan ve têne birêvebirin. Ev çek in û ji hêla mirovan ve têne bikaranîn."

'LÎNÇ DANE DESTPÊKIRIN'

Keskîn anî ziman, ku gelek binpêkirin nehatine zelalkirin û got, li dijî yên ku li dijî kuştinên nediyar têdikoşin ên nû zêde bûne û got, "Kesên ku digotin 'hişmendiya Torosên Spî qediyaye' îro Wekîlê CHP’ê yê Colemêrgê Sezîn Tanrîkule ji ber ku komkujiya Colemêrgê aniye rojevê kirine hedef. Keskîn got ev hewldana lîncê bi du aliyan e û got: ‘Ji hêlekê ve binpêkirinên mafan ên ku ev amûr pêk tînin û komkujiyên ku nayên zelalkirin, ji hêla dî ve jî rewşeke pir tirsnak e ku hewl didin mirovên ku van derxînin holê û muxalefeta ku ev peywira wê ye bêdeng bikin."

Keskîn bi bîr xist, ku Tahîr Elçî di bernameyeke televîzyonê de piştî ku got, 'PKK ne rêxistineke terorîst e' kirine hedef û hatiye kuştin. Keskîn da xuyakirin, ku mafparêz bi destê desthilatdariyê hedef têne nîşandan û kuştin. Keskîn got: "Komeleyên mafên mirovan ji bo ku binpêkirinên dewletan lêbikolin vebûne. Em yekem komeleya mafê mirovan in ku binpêkirinên li Kurdistanê kirine rapor. Em ê SÎHA’yan jî, JÎTEM'ê jî bikin rapor. Lê bilêvkirina vê ya ji hêla muxalefetê ve û gefên li ser nîşan dide ku serdema Torosên Spî qet neqediyaye."

'HETA KU AŞTÎ ÇÊNEBE TIRKIYE DEMOKRAT NABE'

Keskîn diyar kir heke îro Tansû Çîller di siyasetê de hê aktîf be, piştî ku Mehmet Agar demekê ji bo Suleyman Soylû got, 'ev weke kurê min e' bû Wezîrê Karên Hundir, nîşan dide ku hişmendiya qirker neqediyaye. Keskîn anî ziman, heta ku li Kurdistanê aştî nebe Tirkiye wê nikaribe demokratîk bibe û ji bo vê jî tiştên ku di pêvaoyê de têne jiyîn weke gefxwariyê dibînin û domand: "Derbarê SÎHA’yan gelek tişt têne ber guhê me. Lê hin bûyer hene ku hê mirovan behsa wan nekiriye. Ji ber ku ditirsin. Di vê demê de ku hûn behsa binpêkirina mafan dikin ji we re ‘terorîst’ dibêjin û ev pênase hemû jiyana we diguherîne. Dibe ku we bixin girtîgehê, we ji kar bavêjin. Em di rewşeke wiha de ne ku êdî mirov newêrin tişta ku bi serê wan hatî vebêjin."