Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
Beriya danişîna doza Komkujiya Konyayê ya sibê pêk were, serdana gorên 7 ferdên malbata Dedeogûllari ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn kirin.
Beriya danişîna doza Komkujiya Konyayê ya sibê pêk were, serdana gorên 7 ferdên malbata Dedeogûllari ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn kirin.
Danişîna ewil a doza derbarê 7 ferdên malbata Dedeogûllari de ku li navçeya Meram a Konyayê ji hêla Mehmet Altûn ve hatibûn qetilkirin, dê sibê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê were dîtin. Kesên hatibûn qetilkirin beriya danişînê li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Xizmên malbata Dedeogûllari, parêzerên malbatê û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Konyayê beşdarî bîranînê bûn. Piştî duayen li ser goran hatin xwendin, parêzerê malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût axivî.
‘EM Ê HESAP PIRSÎNÊ BIDOMÎNIN‘
Karabûlût bi lêv kir ku ji bo edalet were tesîskirin wê di danişîna ewil de bin û got: “Tişta ji destê me were em ê bikin û kî li pişt û pêş komkujiyê hebe em ê hesabê ji hemûyan bipirsin. Di demê de ji bo malbata Dedeogûllari were parastin serî li rayedaran dan. Ne parastin. Canên wan erzan dîtin û wisa tevgeriyan. Lê êdî wê wisa nebe. Biçe ku derê bila biçe em ê hesap pirsînê didomînin.”