'Sebra me malbatan nema!'

'Sebra me malbatan nema!'

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin kete roja 56’emîn. Ji xizmên girtiyan Mehmet Temîzyuz diyar kir ku ''hukûmeta AKP’ê ne jidil e'' û got; ''Êdî bila daxuyanyên ku em bizanin jidilin bidin. Girtî bi biryar in û yên ku divê pêngava biavêje hukûmet e.''

Malbatên girtiyan daxuyaniya piştî civata wezîran a der barê greva birçîbûnê ya ku kete roja 56’emîn de, bes nabînin.

'DI MEŞ Û AXAFTINÊ DE ZORIYAN DIKIŞÎNIN, DENGÊ WAN GUHERIYE'

Birayê ji çalakgerên greva birçîbûnê yê di Girtîgeha Tîpa F ya Sîcana Enqereyê de Bedrî Temîzyuz, Mehmet Temîzyuz, daxuyanî da ANF’ê û behsa hevdîtina dawî ya bi kekê xwe re pêk anî kir: ''Herî dawî me roja çarşemê hevdîtin kir. Rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe. Ji hevdîtina beriya vê cûda ne û em vê yek hîn bûn: êdî nikarin baş biaxivin û bimeşin. Lê li gel vê jî her carekê dibêjin 'em baş in'. Lê me zanî ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene. Kekê min da zanîn ku ew di daxwazên xwe de bi biryar in û ew ê çalakiya xwe bidomînin. Û got ku heta gav neyên avêtin ew dest ji çalakiya xwe bernadin. ''

'TEDBÎQATA ŞEWATÊ AMADEKARIYA DESTWERDANÊ BÛ? '

Xizmê girtiyan Mehmet Temîzyuz destnîşan kir ku li girtîgeha Sîncanê ku girtî têde di greva birçîbûnê de ne tedbîqata şewatê hate kirin û got: ''Vê tedbîqata şewatê me weke malbatên girtiyan xist nava gumanan. Ev demek dirêj e tedbîqat nehatiye kirin, lê niha dikin; em vê yekê weke amadekariyên pêşî yên destwerdanê dbiînin. Bi ya me dewlet plana destwerdanê amade dike. Em ji vê bi fikar in. ''

Temîzyuz da zanîn ku ew li benda encama Civata Giştî ya Wezîran bû, lê belê malbatan tişta ku hêvî dikirin nedîtine û wiha axivî: ''Her çendî em her roj bang li hukûmetê dikin, lê di civata wezîran de tu encamek erênî derneket. Tenê weke ku daxwazan dereng bixin, tînin rojeva xwe. Lê divê vê yekê deynin holê. Ji ber wê jî emcana ji civata wezîran derket jidil nabînin. Malbat li bendê ne ku peyamên aşkeretir bidin. Sebra malbatan nemaye.''

' ERDOGAN NE JIDIL E, BILA DAXWAZAN QEBÛL BIKE'

Mehmet Temîzyuz diyar kir ku Erdogan xwedî helwestek çaresernekirinê ye û got: ''Em daxuyaniyên Serokwezîr ji çareseriyê pir dûr dibînin. Jidil nêzîk nabe, gumanên me zêdetir dike. Serokwezîr tiştek dibêje, wezîr tiştek din dibêje. Mijûl dikin. Lê malbet bê sebr in. Divê Erdogan demek zû van daxwazan bibîne. Ev daxwaz ne tenê daxwazên girtiyan e, di heman demê de daxwazên me hemûyan e. Em li bendê ne ku parêzer bikarin vê çarşemê biçin Îmraliyê û daxwazên din ên girtiyan bên pêkanîn. Çareserî wiha pêk tê. ''