Sebahat Tuncel: Em ê jiyanê ava bikin

Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku li dijî feraseta zayendperest, neteweperest û olî rêxistinkirina feraseta wekheviyê berpirsyariyeke dîrokî ye.

Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel ya li Girtîgeha Jinan a Sîcanê girtiye der barê hilbijartinên 14’ê Gulanê de peyamek şand. Di peyama ku bi hevkariya parêzerên xwe şandiye balkişand ser girîngiya dîrokî ya hilbijartinan û daxuyakirin ku berpirsyariya her kesî heye û got yekitî gelek girînge.

Peyama Sebahatê wiha ye: “Ji her kesî re silav. Bêguman her hilbijartin girînge lê ev hilbijartin di alî siyaseta Tirkiyeyê de gelek krîtîke û her kes divê di hişmendiya vê de tevbigere. Bi taybet jî em sosyalîst… Di vê pêvajoyê de ne ez, ne tenê ne globalkirî divê em bibin yek. Li dijî ferasta zayendperest, netewperest, olperest divê em, bi feraseta azadîxwaz û wekhev xwe rêxistin bikin. Ev berpirsyariyek dîrokiye. Ji hilbijartinan re nêzî 40 rojî maye. Divê êdî nîqaş bidawî bin û her kes bikeve tevgerê.  HDP ya me ye, Partiya Çep a Kesk ya me ye, EMEP ya me ye, TÎP ya me ye. Em ê jiyanê ava bikin. Ez carek din ji Tifaqa Ked û Azadiyê re serkeftinê dixwazim. Baweriya min bi serkeftinê heye. Jin jiyan azadî!”