Sê Şitil hatin bibîranîn: Rêya we rêya me ye

Pêşengên şoreşger ên nifşê 68’an Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera 50’yemîn a darvekirina wan de bi meşa ber bi Dolmabahçeyê ve hat lidarxistin hatin bibîranîn.

Pêşêngên şoreşger ên nifşê 68’an Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Aslan di 50’yemîn salvegera darvekirina wan de bi meşên li Stenbolê ku li pey hev hatin kirin, hatin bibîranîn.

Rêxistinên sosyalîst û ciwanan û partiya EMEK’ê ji ber Taksîm AKM’ê ber bi Dolmabahçeya ku Fîloya 6’emîn bera behrê dan ve meşiyan.

Di bîranînan de soza mezinkirina têkoşîna Denîzan û ev peyam hat dayîn: “Rêya we rêya me ye.” Platforma Çîna Karker a Serbixwe (BDSP) jî wiha got: “Îro hêj jî çend xwînmij li xwîna bi milyonan dimijin. Ev pergala qeyran û mêtinkariyê ya şerê emperyalîst a riziyayî li ber xerabûnê ye.”

Îsal jî Ciwanên EMEK’ê bi bezîna ber bi Dolmabahçeyê ve Denîz bi bîr anîn.

Di daxuyaniya ku li vir hate xwendin de wiha hat gotin: “Weke ku Denîz, Kadîr û Sînan kiriye em ê jî mafê xwe ji dîrokê bistînin. Em ê jî navê xwe bi tîpên saxlem û yên qet wê kevn nebin li dîrokê bineqşînin. Ew hêza me heye. Ji ber ku yê/ya ku avê dide pola, çerxan digerîne, pênûsan tûj dike û agirê ji çirûskên ji made dibiriqe û gur dibe û diafirîne em in. Ger hilma me têr neke, em ê ji yê li kêleka xwe deyn bikin.”

Xwendkarên TÎP’ê jî wiha gotin: “Ne têkoşîna Denîzan û ne jî mîrateya wan ma bêxwedî.” BDSP’ê jî ev peyam da: “Em ne dibin koleyên kapîtalîzmê, ne jî dibin leşkerên emperyalîzmê. Rêya Denîz, Mahîr û Îboyên ku ji bo dinyayeke bê sînor û bêçîn bê tirs çûn ber bi sêdarê, rêya me ye. Çiraya ku wan 50 sal berê li dijî pergala emperyalîst a mêtinger vêxistine niha di destên me de ye.”