Sayan sîxurê livbar ê MÎT'ê bû!
Sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, ku têkildarî siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê agahî kom dikir û plana sûîqestê dikir, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê tê darizandin.
Sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, ku têkildarî siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê agahî kom dikir û plana sûîqestê dikir, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê tê darizandin.
Li ser sîxûrê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan ê li Hambûrgê tê darizandin, agahiyên nû derketin holê. Eşkere bû, ku MÎT'ê beriya Sayan bişîne Elmanyayê ew weke 'sîxurê livbar' şandiye Mexmûr, Kobanê, Rojhilatê Kurdistanê û Rûsyayê.
Sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, ku têkildarî siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê agahî kom dikir û plana sûîqestê dikir, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê tê darizandin. Di rûniştina duh de, ku li Dadgeha Cezayê Giran a Hambûrgê pêk hat, li xebatkarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Reha Sari ku rojnameya navborî karê sîxuriyê yê Sayan kişf kir û li xebatkarê Daîreya Penaberiyê C.R. weke şahid hate guhdarîkirin. C.R. serlêdana penaberiyê ya Sayan girtibû.
Destpêkê li Reha Sari hate guhdarîkirin. Sari anî ziman, ku piştî bi hewldanên Sayan ên li hemberî siyasetmedarên Kurd hesiyan, li gel xeteriya li ser jiyanê jî wan rewş ji polîsan re ragihandine û bi bîr xist, ku li Elmanyayê ti personelê îstîxbarata Tirk nehatiye cezakirin.
Dadger mafê pirsê da Sayan û piştî ku sîxur Sayan xwest bêje ku têkiliyeke organîk di navbera Yenî Ozgur Polîtîka û PKK'ê de heye, dadger ew bêdeng kir. Sayan, di parastina xwe ya piştî îfadeya Reha Sari de got, ku ew bi parastina xwe ya rûniştina berê ve girêdayî ye û îfadeya nakok da.
Sayan îdîa kir ku li Tirkiyeyê tenê têkiliya wî bi du polîsan re hebû û dema li Tirkiyeyê bû li ser DAIŞ'ê wî agahî daye polîsan. Dadger pirsa "tu agahiyên çawa dide?", sîxur Sayan got ku polîsê bi navê Kemal ê li Enqereyê der barê endamê DAIŞ'ê yê bi navê 'Riza' yê ji Swîsreyê, ku gelek caran çû Sûriyeyê û hat, agahî jê xwest.
MÎT'Ê DI DESTPÊKÊ DE EW ŞANDIYE QURSA KURDÎ!
Li gorî îfadeya xwe ya li Daîreya Penaberî û Koçberiya Federal ku ji dadgehê re hate ragihandin, Sayan anî ziman ku hemû organîzasyona hatina wî ya Elmanyayê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin. Sayan diyar kir, ku qursa ziman jî di nav de MÎT'ê mesrefê her tiştî daye û li Ewropayê bi TÎM'ekî re dixebite.
MÎT, piştî 5 mehên li Elmanyayê bang li Sayan dike ku biçe Enqereyê û wî wezîfedar dike, ku têkildarî Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç û Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal agahiyan kom bike û ji bo sûîqestê plana pêwîst bike.
Xebatkarê Daîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal C.R. li dadgehê axivî û anî ziman, ku hevpeyvîna Sayan 6 saetan dewam kiriye û di gotinên xwe de teredût nekiriye. Li gorî îfadeya Sayan, kesekî ku dibêje ji MÎT'ê ye sala 2014'an lê digere û jê re dibêje ku bavê wî ji aliyê PKK'ê ve hatiye kuştin û dixwaze ew jî bi wan re bixebite.
Sayan qebûl dike ku bi MÎT'ê re bixebite û li ser daxwaza MÎT'ê ji Rûmelî TV îstifa dike, 8 mehan bi Kurdî hîn dibe û diçe Kurdistanê û li Denge TV dest bi kar dike. Piştî ku li Denge TV bi xwe dide bawerkirin, MÎT karê destpêkê dide wî û wî dişîne Mexmûrê. Karên li vir tespît dike, dîmenan dikişîne û digihîne ber destê MÎT'ê.
JI BO MÎT'Ê LI GELEK WELATAN GERIYA
Li gorî îfadeya li Buroya Koçberiyê, Sayan anî ziman ku weke wezîfeya duyemîn, ew bi kesekî ji MÎT'ê, di sala 2014'an de ji Enqereyê çû Kobanê. Sayan ragihand, ku weke wezîfeya sêyemîn jî çûye kampên penaberên Êzidî yên ji êrîşa DAIŞ'ê reviyan, bi wan re hevpeyvînên ku PKK'ê reş dike digire û van hevpeyvînan digiîne MÎT a Tirk. MÎT jî van dîmenan di televîzyona dewletê de dide weşandin.
Sayan di serlêdana penaberiyê de her wiha dibêje ku diçe Başûrê Kurdistanê û rêveberekî PDK'ê pere dide wî ku ew jî nûçeyek li dijî PKK'ê çêbike. Li gorî rayedarê Buroya Penaberiyê C.R. Sayan der barê têkiliya xwe ya bi MÎT'ê re gelek belge pêşkêş kir.
Sayan her wiha li rûniştina dadgehê bi rengekî berfireh qalê kir, ku ji Rojhilatê Kurdistanê, Swîsre û Rûsyayê re hatiye şandin. Heyeta dadgehê wê di rûniştina pêş de li polîsê ku îfadeya Sayan girtiye guhdarî bike.