Salvegera damezrandina PKK’ê li Awusturyayê hate pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK’ê li Awusturyayê hate pîrozkirin

Li bajarê Awusturya Lînzê 34’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi coşek mezin hate pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê ve li salona Volkshaus Neue Heimatê bi beşdariya zêdetirê 700 kesî hate lidarxistin.

Pîrozbahiya roja yekşemê pêk hat, bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir û piştre li ser navê komîteya amadekar axaftin hatin kirin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser dîroka PKK’ê hate nîşandan û bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin qêrîn.

Şahî bi pêşkêşvaniya Bawer Can pêk hat û di beşa çandê ya pîrozbahiyê de hunermend Zozan, Çetin Oraner, Weger Baran, Bawer Can,Ufuk Kart, Koma Zerdeştê Kal û Koma Dem, û komên govendê yên Zaroken Musa Anter û Govenda Azadiyê cih girtin. Pîrozbahî heta derengiya şevê bi govendê bi dawî bû.