Salek zêdetire keştiya diçe Îmraliyê xirab bûyî ye!

Salek zêdetire keştiya diçe Îmraliyê xirab bûyî ye!

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi boneya bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftiyane ya asayî pêk bînin, xwestin biçîn Îmraliyê dîsa bi heman hinceta "Keştî xirab bûyî ye" hate asteng kirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran dîsa bi heman hinceta "Keştî xirab bûyî ye" hat redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (461 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên vale û pûç yên weke "Keştî xirab bûyî ye", "Rewşa hewayê", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Belge kêmin” tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.