Russell Brand pirtûka xwe ya bi navê ‘Şoreş’ ji bo Kobaniyan îmze kir
Russell Brand pirtûka xwe ya bi navê ‘Şoreş’ ji bo Kobaniyan îmze kir
Russell Brand pirtûka xwe ya bi navê ‘Şoreş’ ji bo Kobaniyan îmze kir
Komedyenê navdar ê Îngîlîstanê Russell Brand di bernameya nasandina pirtûka xwe ya nû ya bi navê Revolutîon (Şoreş) de bi xwendevanan re hate cem hev. Bernameya ku nêzî 700 kesî tevli bûn de Brand pirtûka xwe bi kesên li Kobanê ber xwe didin îmze kir. Di bernameyê de koma Rubber Bandits hiphop û koma reqsê ya Fallen Angels derket ser dikê.
Komedyenê navdar ê îngîlîz Russell Brand di nasandina pirtûka xwe ya nû de pirsên xwendevanan bersivand. Brand got: “Hewcedariya me bi guherînê heye û divê em ji tiştên ku ji bo me hatiye jiberkirin rizgar bibin.” Brand da zanîn ku pergalên hilbijartinê qaşo pergala demokrastiyê ne, bê wate ne û divê dawî li vê bê watebûnê bê dayîn.
Brand di pirtûka xwe ya bi navê Şoreş de diyar dike ku di her qada jiyanê de di her yekîneyên pergala ku em têde dijîn de şoreş pêkan e û got ku ev tenê bi guherînê û redkirina tiştên jiber mimkun e.
Gelek lijneyên alîkariyê jî di bernameyê de cih girtin û Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê Arzu Peşmen, encûmenê Şaredariya Ilîngton a Partiya Karkeran Ayşegul Erdogan û ji Dildarên Heyva Sor Zennure Duru tevlî bû.
Arzu Peşmen der barê Kobanê de agahî da Brand û her wiha makeqanûna Rojava diyarî Brand kir û ji bo Kobanê piştgirî xwest.
Ayşegul Erdogan jî Brand dawetî çalakiya ku wê di 1’ê Mijarê de li Londonê pêk tê kir.