Rûniştina li ser komkujiya nijadperestiyê ya li Konyayê dest pê kir

Rûniştina doza li ser komkujiya nijadperestiyê ku 30'ê Tîrmehê li Konyayê hate kirin, dest pê kir.

Rûniştina destpêkê ya li ser darizandina Mehmet Altûn û ferdên malbatê Çalik û Keleş ên ku 30'ê Tîrmehê li navçeya Meramê ya Konyayê malbata Dedeogûllari qetil kir, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê dest pê kir.

Di dozê de tenê bersûc Mehmet Altûn girtî ye, Mehmet Altûng bi rêya Sîstema Deng û Dîmen a Ragihandinê (SEGBÎS) ji girtîgehê tevlî rûniştinê bû. Ji 10 bersûcên negirtî 5 jê tevlî rûniştinê bûn.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Oya Ersoy, Mahmût Togrûl, Abdullah Koç, parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, Levent Gok, parêzerên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), nûner û serokên baroyên Enqere, Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Riha û Batmanê, parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), nûnerên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) û gelek kes ji bajar û navçeyê Konyayê tevlî rûniştina dozê bûn. Her wiha gelek rojnamevan jî dozê dişopînin.