Rûniştina Guven a rehîn çêbû
Rûniştina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven çêbû. Parêzer daxwaza reddî dadger kir.
Rûniştina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven çêbû. Parêzer daxwaza reddî dadger kir.
Rûniştina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê çêbû. Guven ji Girtîgeha Tîpa E'yê ya Xarpêt ya Jinana Sergirtî bi rêya telefkonferansê tevlî rûniştinê bû.
Parêzerê Guven Serdar Çelebî jî li rûniştinê hazir bû.
Şandeya dadgehê ragihand têkilî axaftina Guven a 14-15'ê Tîrmeha 2019'an û axaftina wê ya li Amedê têkilî 25'ê Mijdarê Têkoşîna Dİjî Tundiya Li Jİnê bersiv ji muzakereya ji bo TEM'ê re hatiye nivîsin hatiye, her wiha bersiv ji muzakereyên ji bo dadgehên cezayê yên dosyayên Riha, Colemerg, Enqere û Wanê re hatiye nivîsîn jî hatiye. Her wiha hate goitn rapora kesên zane yên têkilî axaftina bi Kurdi ya Leyla Guven nehatiye û bersiv ji wê mûzakereyê re nehatiye re nehatiye bê ka li Meclîsê wekîltî kiriye yan na.
Dozgeriyê îdîa kir daxwaze redkirina dadger a parêzer bêbingeh e û xwest ku daxwaz were redkirin.
Şandeya dadgehê diyar kir daxwaza redkirina dadger a dadgeh piştî ku pêvajoya îtîrazê qediya dikarin biryarê li ser bidin.
Rûniştin taloqî 9'ê Sibata 2022'an bû.