Rûniştina doza Leyla Guven hate taloqkirin

Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji Berfanbara 2020’an û vir ve di girtîgehê de ye bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ doz hatibû vekirin. Ji ber ku dozger mutalaya xwe amade nekiribû, rûniştina dozê hate taloqkirin.

3 dosyeyên cihê yên derbarê Guven kiribûn yek û bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hate kirin. Ji ber arizeya di pergala SEGBÎS’ê de bi Guven re ya ku di Girtîgeha Jinan a Xarpêtê de ye, têkilî nehate danîn.

Serdar Çelebî yê ku parêzerê Leyla Guven e diyar kir dozger mutalaya xwe pêşkêş nekirye û piştî amadekirina mutaalayê wê beyana xwe bidin.

Bi sedema ku bi rêya SEGBÎS’ê têkilî bi Guven re nehatiye dayîn û mutala nehatiye amadekirin, heyeta dadgehê rûniştin taloqî 4’ê Tîrmehê kir.