Roth di derbarê Erdogan de Merkel şiyar kir!

Roth di derbarê Erdogan de Merkel şiyar kir!

Beriya gera Erdogan ya Almanyayê ku sibehî wê dest pê bike, Hevseroka Partiya Keskan, Caludîa Roth, Merkel hişyar kir. Roth bal kişand ser wê ku polîtîkaya hikûmata tirk a di derbarê grêva birçitiyê de şaş e û çalakî ji sedema xitîmîna meseleya kurd didome û wiha got; ‘’Tirkiye, bi çekdarkirina rikberên Surî nikare aştiyê pêk bîne, ev ji bo deverê pir bi taloke ye’’

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi armanca danûstandinê fermî sibehî wê were paytexta Almanya, Berlînê. Erdogana ku wê tevlî vekirina avahiya Baloyozxaneya Tirk a nû bibe, roja çarşemê jî bi serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re wê hevdîtinekê pêk bîne. Di hevdîtinê de tê payîn ku krîza Suriyeyê û endamdiya pêvajoya Yekitiya Ewropayê were rojevê.

Beriya hevdîtina krîtîk a ku roja çarşemê wê pêk were, Hevseroka Partiya Keskan, Claudîa Roth, ji Merkelê xwest ku ew di mijarên nêzîkatiya Tirkiyeyê ya di derbarê Sûriyê, meseleya kurd û enerjiyê de dengê xwe li Erdogan bike. Rothê ku ji ajansa nûçeya Almanan, DPAyê re axivî, ji Merkelê xwest ku ew di derbarê mihacirên Sûriyê de, teklîfeke girîng li Tirkiyê bike û balkişande ser van mijaran:

‘’MESELEYA KURD BI YASAYÊN DIJ-TERORÎ ÇARESER NABE’’

‘’Merkel di mijara mihaciran de divê gavên pratîk bavêje û rê li ber veke ku bikaribin werin welatê me. Rast, heke ku Tirkiye di mijara krîza Sûriyeyê de bêalî be û wê aştiyê pêk bîne çima komê muhalîf çekdar dike? Ev rewşeke pir bi taloke ye. Herwiha di mijarên demokrasî û dewleta hiqûqî de Yekitiya Ewropayê divê bi ahengiya Tirkiyeyê re pêwendîdar be.’’

Di mijara grêva birçitiyê de ku li girtîgehan didome û ketiye qonaxeke girîng Roth diyar kir ku hikûmata Tirk polîtîkayeke çewt didomîne û got; ‘’Sedema çalakiyê meseleya kurd e ku bi yasayên dij-terorî çareserkirina wê ne pêkan e. Li Tirkiyeyê êdî rastiya kurd divê were nas kirin.’’ Herî dawî jî Hevseroka Partiya Keskan, Claûdîa Roth di mijara santralên nukleer de ku tê plan kirin ku li Tirkiyeyê bêne ava kirin, xwest ku Merkel dengê xwe li Erdogan bike.

31’ê cotmehê saet di 11.00 de, Erdogan dê were avahiya Serokwezîra Alman Angela Merkelê û li wir hevdîtinek pêre pêk bîne. Di dema hevdîtinê de, dê cara yekem saziyên weke AABF, YEK-KOM, ATÎF, AGÎF, DÎDF, ODA, Yekitiya Ciwanên Ereb-Elewiyan, TUDAY û FKE û saziyên din ên penaberan, li Brandenburg Tor (Derî) ê ku ji 300 metre ji avahiya Serokwezaretê dûr e, li hev bicivin û bêjin “Em Erdogan naxwazin” û mitîngek protestoyî li dar bixin. Di mitîngê de dê Hevseroka Keskan Claudia Roth û Serokê Koma Partiya Çepgir Gregor Gysi axaftin bikin.