Rojnameya rojane ya Alman Junge Welt di hejmara xwe ya dawiyê de ji bo serdana Serokwezîrê Tirk Recep Erdogan manşeta bi Tirkî ya "Savaş kışkırtıcısı defol!" ango “Bicenime navtêderê (provakator) şer” bi kar anî. Rojnameyê nivîsand ku penaberên Tirkiyeyî Erdogan li Almanyayê naxwazin û bal kişand ser polîtîkayên şerxwaz ên hukûmeta AKP’ê yê li hemberî Kurdan, kêmar Sûriyeyê.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan sibê dê di serdanên xwe yên li Almanyayê de bi Serokwezîra Alman Angela Merkelê re hevdîtin pêk bîne. Rojnameya Junge Welt bal kişand ser serdana Erdogan û diyar kir ku dê Erdogan ji Almanyayê ji bo şerê li Sûriyeyê alîkarî bixwaze. Rojnameyê nivîsand ku polîtîkayên şerxwaz ên AKP’ê li Tirkiyeyê dibe sedema nerazîbûnên gel. Bi kurtî nûçe-şîroveya Nick Brauns a di rojnameya Junge Weltê de wiha ye:
"Elewî, Kurd, Ermeniyên ku meha adara borî Erdogan li Bochumê protesto kirin, vê carê jî xwe ji mitîngek din a protestokirinê re amade dikin. Penaberên Tirkiyeyê dê rabigihînin ku ew li Almanyayê “Erdoganê têderê şer naxwazin.” Di dema serdanên Erdogan ên li Almanyayê de jî, dê greva birçîbûnê ya ku di girtîgehan de ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin berdewam bike.
Îro jî Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû dê li gel Wezîrê Derve yê Alman Westerwelle li taxa dîplomasiyê Tiergartenê beşdarî merasima vekirina mezintirîn balyozxaneya cîhanê bibin. Li wir jî dê rastgirên dijberên Îslamê “Pro Almanya” Erdogan protesto bikin."