Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ket roja 57’emîn. Tevî nûçegihana ANF’ê Zeynep Kûray gelek rojnamevanên Kurd ji 5’ê mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne.
Greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ve bi daxwaza sererastkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û tevgera azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina mafê perwerdehiya bi Kurdî û di dadgehan de perwerdehiya bi Kurdî, ya ji aliyê 10 hezar girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, êdî asta krîtîk jî derbas kiriye. Rojnamevanên di encama operasyonên di bin navê KCKê de hatin girtin jî di greva birçîbûnê de ne.
Di nava rojnamevanên tevlî greva birçîbûnê bûne de Nûçegihana ANF û Bîrgunê Zeynep Kûray, nûçegihanên DÎHAyê, Azadiya Welat, Belavkariya Firatê û xebatkarên Demokratîk Modernîte de cih digirin.
Gerînendeyê berê yê Giştî yê Weşana Azadiya Welat Tayyip Temel ê di Girtîgeha Tîpa F ya Kandira 2 de û xebatkarê kovara Ozgur Halk Omer Çalişkan ê ku di Girtîgeh Tîpa F ya Kandira 2 de ye, ji 12’yê îlonê ve di greva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan Gerînendeya Karên Nivîskî ya DÎHA’yê Fatma Koçak, Edîtor rojnameya Ozgur Gundemê Ayşe Oyman, ji 12’yê îlonê ve
Li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan xebatkara DÎHA’yê Pervîn Yerlîkaya Babîr ji 15ê cotmehê ve,
Li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereya Rîzeyê Nûçegihanê DÎHA yê Şirnexê Faysal Tunç
Li Girtîgeha Tîpa F ya Kandira 2 xebatkarê Demokratîk Modernîte Selahattîn Aslan
Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê Nûçegihanê DÎHAyê Şahabettîn Demîr ji 15ê cotmehê ve
Li Girtîgeha Tîpa F ya Kandira 2 Rêveberê Giştî yê Weşana Rojnameya Azadiya Welat Mehmet Emîn Yildirim ji 22’yê cotmehê ve di greva birçîbûnê de ne.
76 ROJNAMEVAN DI GIRTÎGEHÊ DE NE
Ji 7’ê mijdarê ve 13 jê xwediyên îmtiyazê û gernînedeyên karên nivîskî herîkêm 76 rojnamevan di girtîgehan de ne. Piraniya van rojnamevanan Kurd in. Hejmara rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ji yên du qatê rojnamevanên li Çîn û Îranê hatine girtin e.
Di encama operasyona berfanbara 2012 li hemberî rojnamevanan pêk hat de 34 rojnamevanên Kurd hatin girtin. Rûniştina doza rojnamevana dê 12’yê mijdarê li Sîlîvriya Stenbolê pêk bê.