ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Konferansa 'Em cîhana xwe şûn de dixwazin' ku di çarçoveya dirûşma 'Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst' li Hambûrgê tê lidarxistin, wê were şopandin.

- Xwişka Garîbe Gezer Asya Gezer li Mêrdînê ji Partiya Paşerojê ya Kesk û Çep bernamzeta parlamenteriyê ye. Asya Gezer got, "Armanca me karê ji bo girtiyan e, guhertina şert û mercên girtîgehê ye."

- Alîkara Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan got, "Cihê çareseriya pirsgirêkan bername û banga têkoşînê ya Tifaqa Ked û Azadiyê ye."

- Şêniyên Erdîşê diyar kirin ku li hemberî têkoşîna gelê Kurd ti desthilatdariya faşîst nikare li ser piyan bisekine û gotin, di hilbijartinên 14'ê Gulanê de wê ji bo serketina Partiya Çep a Kesk bixebitin û li bajêr hejmara dengê xwe bikin du qat.

- Fermandarê YPG'ê Sason got, "Hevalê Fazil bi taktîk û stratejiya xwe DAÎŞ hejmand hilweşand. Li cihê ku wî koordîne dikir, DAÎŞ nikarîbû bi pêş ve biçe. Şoreşa Rojava û mirovahî deyndarê wî ye. Keda wî ji bo me gelekî hêja ye."