ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Li konferansa jinan di axaftinan de hate gotin, "Armanca me yek e" û ji bo "cîhaneke nû" peyam hate dayin.

- Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferec bal kişand ser wê yekê ku jîngeh û xwezaya Başûrê Kurdistanê bi çekên qedexe û kîmyayê tê wêrankirin û got: "Demdirêj bandora çekên qedexe li herêmê dimîne û Helebce mînaka vê yekê ye."

- Civîna Bilind a Avhewayê li bajarê Şarm el Şeyh ê Misrê dewam dike.

- Li DYE'yê wê îro hilbijartinên navberê yên Kongreyê bêne lidarxistin.