ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan got, "Heta ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku desthilata xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye neyê hilweşandina ti Kurd nikare azad û rehet bibe."
- Xelkê Efrînê yê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî li Şehbayê dimîne, diyar kirin ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdan xwe nas kirin, lewma kes nikare wan ji fikrê Ocalan qut bike.
- Le Mouvement de la Paix (Tevgera Aştiyê) ji Fransayê xwest ku ji bo lêkolînkirina hebûn û bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê, bang li OPCW'ê bike ku tavilê li cihê cih dest bi lêkolînê bike.
- Kurdên ku ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê çalakiyê li dar dixin, diyar kirin ku heta CPT heyetekê bişîne Îmraliyê wê çalakiya xwe dewam bikin.
- Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Wanê ku li benda berdanê û berdana bi kontrol in, bi hinceta cezayên dîsîplînê nayên berdan. Rêveberiya girtîgehê berdana girtiyan ji bo cara duyemîn 6 mehan dirêj kir.
- KON-MED'ê ji bo meşên girseyî yên li gelek bajarên Elmanyayê banga tevlîbûnê kir ku wê bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Cîhanê bêne lidarxistin.