ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Beşa destpêkê ya fîlmê Tava Sor ku senaroyaya wê ji aliyê Ahmet Tahîr ve hatiye nivîsandin, di Stêrk TV de hate weşandin. Fîlmê bi derhêneriya Nûman Yîgît qala berxwedana pêvajoya xwerêveberiyê dike.

- Leşkerên Tirk ên ku hewl didin ji Girê FM xwe berdin jêrê, bi çalakiya gerîla re dikevin nava panîkê û direvin. Perîşaniya leşkerên Tirk bi kameraya gerîla hate kişandin.

- Gerîla dibe navê jiyanê, dem dibe gerîla. Dem û cih ji aliyê gerîla ve têne destnîşankirin. Gerîla dibe ziman û çalakiya demê. Gerîla dem û dîroka xwe dinivîsîne.

- Nûçegihanên JINNEWS'ê ku pêr polîsan avêtin ser navenda wan û midûr û edîtorên wan destgîr kirin, diyar kirin ku wê ji nûçegihaniyê tawîzê nedin û pênûsa jinan danexînin.

- Parlamenterê YNK'î Zikrî Zêbarî anî ziman ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî nasnameya neteweyî ya gelê Kurd e û got, "Hemû herêmên sînor, navçe û bajar di nava metirsiya dagirkirinê de ne. Divê Başûrê Kurdistanê ewlehiya xwe misoger bike."

- Rêwîtiya Masiyên Gola Wanê destpê kir ku ji bo hêk bike ji ava bi soda ya Gola Wanê koçî ava şîrîn dikin.