ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku PDK hewl dide Başûr bike wîlayeteke fermî ya Tirkiyeyê û got, "Tirkiye dixwaze Başûr bike wîlayeteke xwe û yekî ji Barzaniyan deyne serî. Diyar e di vê mijarê de li hev kirine."
- Hunermendên Kurd destnîşan kirin ku divê hêzên Kurdistanî piştgiriyê nedin êrişên dagirgkeriyê yên dewleta Tirk û gotin, desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rijandina xwîna Kurdan dixwaze bigihêje armanca xwe.
- Jinên ku di dema rejîma Baas de bi temamî li derveyî aboriyê hatibûn hiştin, îro li qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema xwe ya aboriyê bi rengekî xweser bi rêxistin kirin.
- Endamên koma şano ku dema Serêkaniyê hate dagirkirin ji hev belav bûn, sala 2021'an bi avabûna Koma Şano ya Şehîd Darsî ji nû ve gihîştin hev û hunera xwe dewam kirin.
- Li peravên Sahra Rojava ya li başûrê Fasê, keştiyek noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku 44 koçberan jiyana xwe ji dest dane.