ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Abdullah Ocalan ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê girîng e û got, "Tirkiye neçar e li gorî biryara DMME'yê tevbigere."

- Amed Şaho bal kişand ser krîzên bîrdozî, aborî, siyasî û dîplomatîk ên dewleta Îranê û destnîşan kir ku pirsgirêka nebûna demokrasî û azadiyê pirsgirêka gelên Îranê hemûyan e, lewma pêwîstî bi avakirina eniyeke hevpar a demokratîk heye.

- Şêniyên Xanesorê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a li Şengalê dan û gotin, dewleta Iraqê ya ku li pêşberî êrişê bêdeng e, hevkarê komkujiyan e.

- Hiqûqnasê Ermen Hovhannes Gevorkian anî ziman ku Azerbaycan wê qîma xwe bi qadên dagirkiî nîne, gav bi gav bixwaze vê dagirkeriyê berfireh bike.

- Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede ragihand ku li Colemêrg û navçeyên wê li gelek branşan doktorên pispor nîne û Colemêrg ji mafê tenduristiyê bêpar tê hiştin.

- Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 10 sal in pêk tê, bi endamên Meclîsa Zurîchê ya Şehîd Armanc dewam dike.