ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn bang li xelkê Wanê kir ku tevlî meşa Gemlîkê ya Şemiyê bibe.
- Ji 'Heyeta Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê' Serokê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli got, partiyên siyasî yên ku wan serdana wan kirine, hemû ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk aciz in.
- Enternasyonal a Pêşverû ragihand ku ji bo aştiyeke mayinde ew hewl didin makîneya şer parçe bikin û dîplomasiyeke gelan a xwe dispêre jiyana bi hev re bi cih bikin. Lewma jî destnîşan kir ku ew bi gelê Kurd re ne.
- Kar, afirandin, tevkarî ji bo Hozan cihê kêfxweşiyê bû. Digot, 'Her ku dixebitîm bêhn dihate ber min, gava disekinîm mîna ku bêhn li min diçe, li min dihat."
- Qeyûmê li Wanê ji bo goristana şehîdên HPG'ê got, 'Em gora terorîstan paqij nakin' û di halê xwe de hişt.
- Li Wanê, her cûre çalakî û xwepêşandan li gelê Kurd û saziyên demokratîk qedexe ne, lê belê ji bo civat û weqfên nêzî desthilatdariyê serbest e.