ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokên TEV-DEM'ê diyar kirin ku êrişên li ser Şehba, Şengal û Zapê bi hev ve girêdayî ne otin, "Serketina li Zapê wê bibe serketina temamiya Kurdistanê. Lewma divê her kes vê berxwedanê mezin bike."

- Hunermendên Rojavayî berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê silav kirin û gotin, "Em ê bi berhemên xwe bi gerîla re bin. Pêwîstî pê hebe em ê rahêjin çekê û li gel gerîla bin."

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku aboriya xwe li gorî rastiya şer bi rengê ku têra xwe bike bi rêxistin kiriye, li gel şert û mercên neyînî jî bi rengekî serketî bi pêş dikeve.

- Ramadan Yûsif Omer ragihand ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Sûriyeyê jiyan guherî ye û got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bi keda gel diyar bibe. Rêber Apo nebe Kurdistan jî nabe. Bêyî Rêber Apo em jî nînin."

- Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn ku girîngiyê dide perwerdeya zarokan, bi qûrs wêneyan hem tevkariya li pêşketina zarokan dike, hem jî hıewl dide zarokan tevlî hunerê bike.

- Di hilbijartinên parlamenta Îrlanda Bakur de Sinn Feinê ji 90 kursiyan 27 kursî bi dest xist û bi vî rengî encameke dîrokî wergirt.