ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Bîr û Baweriyan a PKK’ê Cîhan Eren diyar kir ku divê li hemberî faşîzma Tirk-Îslamê her Kurdek bibe têkoşerekî şerê gel ê şoreşgerî.

- Li navçeya Bismil a Amedê, qada ku eşkere bû di binê qereqolê de hestiyê mirovan derketine holê, bi destê qeyûm wê bikin park û birk. Şaredariya bi serkêşiya qeyûm dest bi karê çêkirina park û birkê kir.

- Piştî êrîşa qirkirinê ya DAÎŞ'ê, Şengal hate rizgarkirin û civaka Êzidî xwe ji aliyê leşkerî û siyasî ve bi rêxistin kir. Dewleta Tirk a ku nekarî xwe li vê yekê rabigire 5 sal in bênavber êrîşan dike.

- Ji damezrînerên Akademiya Ma Musicê Şêrko Kanîwar li ser akademiyê axivî û destnîşan kir ku armanca wan ew bû, ku zarokên Kurd bêmuzîk nehêlin.

- Ji fermandarên HPG'ê Firat Koçer anî ziman, hêzên gerîla yên rêbazên şer ên serdemê bi kar tînin wê dagirkeran têk bibin û got, "Em bi biryar in ku hêzên dagirker tarûmar bikin."