ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Dayikên Aştiyê ku careke din hatin ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê û xwestin bi rayedaran re hevdîtinê bikin, diyar kirin ku heta cenazeyên şehîdan werbigirin wê li qadê çalakiyê bikin. Dayikên Aştiyê bang li gelê Kurd kirin ku bêdeng nemîne.
- Parlamenterên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Fabian Molina û Claudia Friedl êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser gelê Kurd ji hikumetê pirsîn.
- Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Abdulahat Arvas nêzî 70 xizmên xwe xistiye nava saziyên dewletê.
- Hiqûqnasê Ermen Hovhannes Gevorkian anî ziman ku Azerbaycan wê qîma xwe bi qadên ku dagir kiriye nîne û got, dixwaze vê dagirkeriyê gav bi gav mezin bike.