ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojevav Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Artêşa Tirk ku nasnameya leşkerên xwe eşkere nake yên cenazeyên wan bi rojane di binê tehdan de ne, leşkerên xwe yên ku li li gelî û zinarên Zapê asê mane nikare komî ser hev bike, çekên kîmyewî bi kar tîne.

- Pêşmergeyê Dêrîn Mam Hazim bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Mesele PKK nîne. Dewleta Tirk ji bo dagirkirinê êrişê dibe ser gelek herêmên ku PKK lê nîne."

- Çeteyên di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatin girtin li xwe mikur hatin. Gotin ku MÎT'ê fermana gelek sûcên sûîqest, êrişên bombeyî, qaçaxçitî û sextekariyê dane wan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

- Rektoriya Zanîngeha Êlihê bi gotina 'Em diçin Rihayê ji bo ger û geştê' û xwendekar bir mîtînga AKP'ê ya li Edeneyê.