ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik diyar kir PDK dixwaze Zap û Avaşînê bikeve û got “Em dizanin leşkerên Tirk bi cilên pêşmergeyan şer dikin.’
-Dr. Tîjda Amed diyar kir dewleta Tirk ji ber ku encam ji êrişên dagirker nestendiye çekên kîmyewî bi kar tîne û got “Divê gelê me yê li her çar parçeyan nerazîbûnê nîşan bide’
-Parlementera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû diyar kir provokasyona li ser partî û berdevka meclîsa wan a jinan organîzekirî ye û got “Desthilatdarî dibîne ku êdî têk diçe ji ber vê kaosê derdixînin”.
-Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku ji aliyê qeyyûm tê rêvebirin serokên daîreyan xizmên xwe dixînin kar. Hinek serokê daîreyan xwişk û birayê xwe yan jî pismam û dotmamên xwe dixînin kar.
-Li Haîtîyê di navbera çeteyan de şer çêbû herî kêm 75 kes mirin.
-Şîrketên teknolojiyê Google, Apple û Mîcrosoft diyar kirin bêyî jiberkirina hinek îşaretan ji bo piştraskirina nasnameyê wan peymanek çêkirine.