ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'emîn ku li bajarê Berlîn ê Elmanyayê tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.

- Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo tolhildanê nêzî girtiyan dibe û bang li her kesî kir ku li dijî faşîzmê, erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

- Gerîlayê HPG'ê Karker Serbest beriya 12'ê Hezîranê şehîd bikeve gotibû, "Em ê li Zapê pişta artêşa dagirker bişikînin. Ji bo hilanîna tola hevalên xwe yên şehîd bûne, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin."

- Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi îradeyeke ji pola li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk radibin. Yek ji wan gerîlayan jî Nîlufer Xalidiyan (Bêrîtan Sine) ye.

- Çalakvan û Endaziyar Rebab Mîrza diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweser dikare bibe çareseriya aloziya Sûriyeyê û got, divê herêmên din ên Sûriyeyê ji rola jinê di nav Rêveberiya Xweser de sûdê werbigirin.