ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc anî ziman ku dewleta Tirk demeke dirêj e li Zapê xitimî ye û got, "Dema ku fîşekek diteqe her yek direve cihekî. Gelo artêşek ku li Zapê perîşan bûye wê çawa karibe ji wir derkeve?"

- Li qada Girê FM'ê di dema çalakiya dijî leşkerên Tirk ên dagirker de ku bi pêşengiya fermandara YJA Starê Nalîn Firat hate kirin, gerîlayan ji dagirkeran re gotin "Ev der Kurdistan e, hatin heye, lê çûyî nîne."

- Rêveberê Komeleya Çand, Huner û Ziman a Ankayê Mehmet Zekî Gonuldaş qedexeyên dewleta Tirk ên li ser çand û zimanêw Kurdî weke nîşaneya pratîka mejiyê înkarê pênase kir û destnîşan kir ku ziman civakan, gelan a jî dewletan parçe nake, digihîne hev.

- Hucreya razayî ya MÎT-DAÎŞ'ê ya li Rojava hate têkbirin, li xwe mikur hat ku bi çalakiyên bombeyî yên bi cebilxaneyên ji herêmên dagirkirî anîn, ji bo afirandina kaosê hatin wezîfedarkirin.