ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê bêne şopandin.
- Prof. Norman Paech astengiya Rektoriya Zanîngeha Hambûrgê ya li pêşiya konferansa 'Em cîhana xwe dixwazin' şermezar kir û got, "Destê rejîma Erdogan gihîştiye zanîngeha min ku salên dûr û dirêj lê dixebitim."
- Gerîlaya YJA Starê Milîtan Zagros anî ziman ku ti şoreş û dewletê azadiya jinê û azadiya civakê nekirine yek û got, "Cudahiya herî mezin a Rêberê me ew e ku azadiya jinê dike esas û rêya têkoşînê nîşanî me dide."
- Gerîlayê HPG'ê Welat Gabar rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Rêberê me bû dengê hemû gelan ên ku daxwaza jiyaneke azad û demokratîk dikin."