ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Gerîlayê HPG'ê Devrîm behsa şerê tunelan û berxwedana gerîla kir.
- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê wê bên şopandin.
- 2’emîn Kongreya Jinan a Navneteweyî wê li bajarê Berlînê yê Elmanyayê bê lidarxistin.
- Endama Komîteya Amadekar a 2’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî Sultan Oger, diyar kir ku wê di konferansê de mekanîzmaya xebatê ya hevpar bê avakirin.
-Ruksen di temenê xwe yê biçûk de di bin bandora dîmenên gerîlayên jin de, bû şahidê rastiya gerîlayên jin ên ku bi fedakarî li ber xwe didin. Bavê wê Mihemed Tahir got, "Ruksen li pey azadiyê bû û ew dît."
- Medenî Ozer ê ku bavê wî Hadî Ozer nexweşekî giran e diyar kir ku ligel nexweşiyên giran bavê wî 9 meh in di girtîgehê de ye.
-Parlamenterê HDP'ê Ridvan Tûran diyar kir ku AKP butçeya 2023'an weke hemû çavkaniyên gel ji bo li ser desthilatdariyê bimîne bi kar tîne, her wiha got “beşeke mezin a butçeyê ji bacên nerasterast ên ji gel digire, pêk tê.”
-Nivîskar Îkram Îşler diyar kir ku bikaranîna madeyên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd sûcê mirovahiyê ye û di vî warî de bi taybetî gelê Kurd û her kesê ku xwe weke mirov bi nav dike, divê dengê xwe bilind bike.