ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Dewleta Tirk amadekariyan dike, ku li qada berfireh a navbera Serêkaniyê û Girê Spî, ku sala 2019'an dagir kir, ji malên mêtingeh bajarekî ava bike. Piştevanên Tirkiyeyê jî Qatar û Qûweyt in.

- Komîteya Kurdistanê Biparêze ya Abya Yala li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, ji bo 11'ê Hezîranê bi dirûşma 'Kurdistanê biparêze-şoreşê biparêze' banga seferberiya global kir.

- Aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinên Kurd nirxand û got, "Jinên Kurd tirs berdane dilê dagirkeran. Lewma êrişî wan dikin."

- Zanyaran gotin, hejmar yûnisên li peravên Derya Reş asê man e, bi rengekî neasayî zêde bûye. Lêkolîner işaretê bi şerê li Ûkraynayê dikin.