ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakiyên ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne lidarxistin wê werin şopandin.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

- Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê daxuyaniyek weşand û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

- Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya roja vejîn û jidayikbûna nû.

- 4'ê Nîsanê li Rojava mîna cejnê tê pîrozkirin. Bi rojane malên ku Abdullah Ocalan lê ma hatin ziyaret kirin, şitil hatin çandin, govend hate gerandin.

- Gerîlaya YJA Starê Silava Kobanê hest û nêrînên xwe yên li ser 4'ê Nîsanê anî ziman û got, "Bi bedewkirin û bi watekirina jiyanê em dikarin xwedî li rêbertî derkevin."

- Hevberdevkên Amedê diyar kirin ku gel Partiya Çep a Kesk di cih de pejirand û gotin, "Gelê me zane ku wê tercîheke bi zanebûn bike."

- Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind anî ziman ku Tifaqa Cûmhûr stratejiya xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kiriye û bi tevlîkirina Huda Parê re lîstikek nû dilîze.

- Ji bo piştgiriyê bide têkoşînê û bibe parçeyek ji têkoşînê berê xwe dabû Rojava. Bû ronahî ji têkoşîna hevpar a gelan re.