ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî û got, "Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin şerekî neteweyî ye. Paşeroja gelê me û gelên herêmê diyar dike."
- Gerîlayên HPG'ê ku ji bo şikandina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk diçin qadên tunelên şer, wiha axivîn: "Em yek bi tenê jî bimînin, em ê ti carî dest ji Zapê bernedin. Em ê vê dîrokê diyar bikin."
- Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Ludo De Brabander li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gotarek nivîsî û bêdengiya welatên Rojavayî rexne kir.
- Yek ji şahidên komkujiya Dersimê ya sala 1937-38 Hayrî Pîlavci işaret bi hevkariya PDK-Dewleta Tirk kir û got, "Di 38'an de qetil kirin, niha jî qetil dikin... Xiyanet û qirkirina li dijî Kurdan dewam dikin."
- Dokûmantera Hêza ku Derya Denîz derhênerî jê re kir, di Festîvala Xelatên Fîlmên Jin ên Serbixwe ya Los Angelesê de xelata dokûmantera herî baş wergirt.
- Lîderê çep a radîkal La France insoumise (LFI) Jean-Luc Melencon ku di tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariya Fransayê de zêdeyî ji sedî 20 ê dengan wergirt, beriya hilbijartinên giştî bi du partiyên çep re li hev kir.
- Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li ser nexweşiya hepatît a li zarokan der dibe û çavkaniya wê hînê nayê zanîn, hişyarî da.