ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku berxwedana bi heybet a li Herêmên Parastinê yên Medyayê asta herî bilind a pêngava 1'ê Hezîranê ye û bang li her kesî kir ku tevlî pêngava Werin Cenga Azadiyê bibin.
- Komek ji gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hev civiyan û gerîlayên ku bi rengekî fedaî li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Zap û Avaşînê li ber xwe didin, pîroz kirin.
- Komeleyên bi navê 'ocak' ku AKP'ê ji bo karên narkotîkê, fûhûş, spîkirina pereyê reş û bikaranîna di êrişên leşkerî de ava kiriye, li Kurdistanê karên qirkirina çandî û fîzîkî dimeşînin.
- Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum bal kişand ser binpêkirina mafê jiyanê yê li girtîgehên Tirkiyeyê û got, di nava ceza de têne cezakirin.
- Par li Elmanyayê rojane derdora 49 zarok bûn mexdûrê destdirêjiyê. Li gorî polîsan hejmara bûyerên destdirêjiyê ya li zarokan zêde bûye.