ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- KCDK-E: Li hemberî Erdoganê dîktator ê ku li Kurdistanê qirkirinê dike û li hemberî modernîteya kapîtalîst em 1’ê Gulanê bikin qada têkoşîna hevgirtî ya gelan.

-Kedkarên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin siya krîza ekonomîk û hejariyê de 1’ê Gulanê pîroz dikin.

-Încî Guler Altindag a ku di nav Nobeta Edaletê ya Amedê de cih digire diyar kir armanca çalakiya wan a bi mehan ev e ku ew karibin cenazeyê xizmên xwe werbigirin.

-Çalakvanên Ereb ên ji Kerkûkê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û bang li gelê Iraqê dikin ku bila li hemberî êrişan bibin  yek.

-Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker xisareke mezin dide gelên Siryan, Asûrî, Keldanî û Aramî û bang li raya giştî kirin ku bila helwesta xwe diyar bikin.

-Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di sala 2021’an de 3 hezar koçner dema xwestin biçin Ewropayê di behrê de xeniqîne.