ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Dayika Serdem Agirî ku bi çekên kîmyewî şehîd ket, Hamdiye Ehmed got, "Ya ku PDK dike xiyanet e. Eger wê ne bi gerîla re bin, çima ji xwe re dibêjin 'Em Kurd in'."
- Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed anî ziman ku PDK'ê bi desteserkirina maskeyên gazê piştgirî da çeteyên dewleta Tirk û got, "Li şûna ku fedaiyên gelê Kurd biparêzin, dijmin parastin."
- Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku berdana Aysel Tûglûk ew kêfxweş kirin, lê belê divê girtiyên nexweş hemû bêne berdan ku rewşa 618 ji wan giran e.
- Siyasetmedar Omer Hecî Hisên bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di serî de pirsgirêka Kurd wê bike ku gelek pirsgirêk di çarçoveya neteweya demokratîk de çareser bibin."
- Teqemeniyên TNT, TNB, DDF, TNP ên tevî madeyên kîmyewî têra artêş Tirk nekir, niha giran daye ser kîmyasalê. Li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê şer, sûcê li dijî mirovahiyê dike.
- Komara Tirkiyeyê ku ji avabûnê ve veguheriye rêxistiniyeke çewt, bi rêveberiya teokratîk a AKP'ê komkujiyên dîrokî yên 99 salan dewam dike.