ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Zîlan Avrîn yek ji wan gerîlayan e ku 47 rojan li Tunelên Şer ên li Şehîd Berxwedan li ber xwe da. Zîlan Avrîn ji ANF'ê re qala hovîtiya dewleta Tirk a li leşkerên xwe û ruhê fedaî yê gerîla kir.
- Endama Komîteya Amadekar Songul Karabûlût diyar kir ku di Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yemîn de wê ne tenê sîstemê analîz bikin, di heman demê de li ser rê û rêbazên rizgariyê jî nîqaşê bikin.
- Komuna Şano ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku hunermendên xwe diafirîne, êş û kêfxweşiya gel parve dike, dibe dengê wan. Komunê heta niha 108 şanoger perwerde kiriye.
- Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa got, "Şehîdgehên me bi zarokên me dagirtî ne ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û xwe feda kirin. Ev gel divê di asta navneteweyî de bibe xwedî statu, ku heq kiriye."
- Sala 2013'an ji OPCW re Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dayin. Vê yekê 'bavê şerê kîmyewî' Fritz Haber anî bîra mirovan ku sala 1918'an Xelata Kîmyayê ya Nobelê jê re hatibû dayin.
- Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Zîlan Mîr Bahattîn Demîr got, ji ber HES, ocaxên mermer û madenê yên li ser Çemê Zîlanê, metalên bi jehr ji çem diherikin.
- Kendal Azad fermandarekî gerîla bû ku li çiyayên azad wêne çêdikir. Beriya ku li Botanê şehîd bikeve digot, "Dixwazim wêneyê welatekî welê çêbikim ku tenê bi xeyalan mirov dikare xwe bigihîne û bi fikir dikare ava bike."