ROJEVA 3'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Gerîlayên ku li Zapê li dijî êrişên dagirkeriyê şer dikin, bi rêya cîhaza ragihandinê ji gerîlayên li eniya paş re diaxivin û bi kêfxweşî dibêjin ku dîmenên helîkoptera Skorsky a hatiye xistin di destê wan de ye.

- Serêkaniyê, ku dewleta Tirk bi îdîaya 'Herêma Ewle' destûr ji DYE'yê wergirt û 9'ê Cotmeha 2019'an dagir kir, bûye hêlîna çeteyan. Bûye navendeke komkujî, talan û guhertina demografiyê.

- Çavdêrê Siyasî Kawa Nadir bal kişand ser qetilkirina welatparêzên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê û got: "Bi hevkariya hêzên herêmî û derve êriş tên kirin. Mixabin Hewlêr bûye hêlîna kujerên Kurdên welatparêz û şoreşgeran."

- Nûnerên Partiya Sosyalîst a Ewropayê û Syrîza li Brukselê bi heyeta HDP'ê re hevdîtin kirin û li dijî rejîma Erdogan peyamek piştgiriyê ji bo HDP'ê weşandin.

- Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan kûr û taybet e ku bi hiqûqê nikare bê vegotin.

- Gola Xizir, bi mêrgên xwe yên şênkahî, bi kulîl û gelek cûreyên çivîkan gelekî bedew e.