ROJEVA 3'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
* Endama Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî got, li dijî êrişên hemwextî yên PDK-Enqere-Bexdayê wê li ber xwe bidin.
- Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê Siyabend Dalaho destnîşan kir ku dewleta Tirk têk çûye. Dalaho bang li gel û ciwanên Kurd kir ku çalakiyan mezin bikin.
- Ji TUHAD-FED'ê parêzer Aslihan Bûlût anî ziman ku girtiyên nexweş bi mirinê rû bi rû têne hiştin û got, "Bi tenê mayina girtiyekî nexweş hem tecrîd e, hem jî hewldanek ji bo tunekirina fîzîkî ye."
- Endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Melek Mahmûd destnîşan kir ku parastina xakê erkê her kesî ye û got, "HPC hêzeke leşkerî nîne, lê dema pêwîstî pê hebe şer jî dike."
- Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî û êrişên li ser Şengalê da û bang li gelê Kurdistanê kir ku heta jê tê bi Êzidiyan re be.
- Aboriya Jinê bi polîtîkaya têrkirina xwe bi xwe, hem derfetên kar ji bo jinan diafirîne hem jî pêşî li girêdana bi derve ve digire.