ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- PDK'ê hejmara qereqolên xwe yên li ser sînorê Rojava ji 8'an kir 66, Iraqê jî li derdora Şengalê dest bi lêkirina dîwêr kir. Bi vî rengî hem Şengal hem jî Rojava têne dorpêçkirin.
- FED-KURD'ê ji bo çalakiya Şemiyê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir ku wê li dijî dagirkerî û xiyanetê bê lidarxistin.
- Hate ragihandin, li Îranê ji sala 2021'ê û vir ve hejmara darvekirinan ji sedî 25 zêde bûye. Bi taybetî jî hejmara darvekirina jinan gelekî zêde bûye.
- Bi şerê Ûkraynayê re li cîhanê kirîn û firotina çekan gelekî zêde bûye. Lêçûnên leşkerî di sala 2020'î de gihîşt asta rekorê.
- Bi biharê re jinan li Bexçeyê Şîfa yê Hevrîn Xelef dest bi merê kirin.
- Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Zaznîngeha Maryland a li DYE'yê hate kirin, sala 2021'ê qadeke berfireh a daristana tropîkal hate tunekirin û ji bo çandinî yan jî xwedîkirina sewalan hate bikaranîn.