ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji hêzên gerîla yên li Zapê re axivî û got, "300 şervanên Spartayî yên ku destan afirandin, derbên giran li împaratoriya Persê xistin. Lê belê şêrên Zapê ne tenê destanê diafirînin, her wiha di dîroka berxwedanê de pêvajoyeke nû bi xwe re tînin."
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş anî ziman ku bi hilbijartineke siyasî ya li Tirkiyeyê re wê şer bi dawî nebe û got, "Ji bo me kilît Îmrali ye û berdêl çi dibe bila bibe em ê wê kilîdê bişikînin."
- Berpirsyarê Çapemeniyê yê QSD'ê Ferhad Şamî anî ziman ku ew li benda êrişeke nû ya dagirkeriyê ye, lê di heman demê de amade ku bersivê bidin her cûre êrişan.
- Abdulkerîm Omer diyar kir ku gefên li ser dagirkeriyeke nû wê metirsiyeke mezin bi xwe re bîne û got, "Yên ku dixwazin Mîsakî Mîllî pêk bînin, hewl didin NATO'yê jî tevlî vê komployê bikin ku wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bike."
- Li Şengalê di pratîkê de agirbest dewam dike. Tê zanîn ku bi rengekî yekser û neyekser hin hevdîtin têne kirin. Nediyar e bê encam çi be. Sekn û aramiya Şengal a Xweseriya Demokratîk wê bandorê li encamê bike.
- Li bajarê Lutzerath ê Elmanyayê wê Festîvala Ciwanan a Enternasyonalîst bê lidarxistin. Komîteya Amadekar ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kir.